PeyamaKurd – Cîgira Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh diyar kir ku ew geşedanên li Sûriyeyê dişopînin û banga kêmkirina rageşiyê kir.
Singh di civîneke çapemeniyê de pirsên li ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojava û Sûriyeyê bersivand.
Cîgirê Berdevkê Pentagonê got, "Em tiştên ku li heremê diqewimin dişopînin." Weke wezaret em bang li hemû aliyan dikin ku rageşiyê kêm bikin.” Herwiha bal kişand ser wê yekê ku her cure êrîşên hemû aliyên herêmê bandorê li şerê li dijî DAIŞê dike.
Singh pirsa “niyeta hemû alî kî ne” nexwest bibersivîne got, “We ji çavkaniyên vekirî dît, hefteya borî êrişî Tirkiyê hat kirin, piştre me êrîşên hewayî li Iraq û Sûriyê dît. Em bang li aliyan dikin ku hemû nakokiyan rawestînin. Hûn dizanin, armanca artêşa Amerîkayê li wir têkbirina DAIŞê ye. "Ev êrîş vê armancê ji rê derdixin û destkeftên hevpeymaniya navdewletî di têkbirina DAIŞê de dixe xeterê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin