PeyamaKurd – Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 162 projên din ên veberhênana berhemên çandiniyê yên xwemalî hefteya pêş tên ragihandin.
Li gor zanyariyan, Ji ber li ser sînorê Îranê berhemên çandiniyê bi neyasayî û bê kontrol tên Herêma Kurdistanê, berhemên xwemalî li bazarê nayên firotin û dirizin.
Herwiha zanyarî destnîşan dikin, Hikûmeta Kurdistanê ji bo piştevaniya berhemên xwemalî projeyan amade dike û dê ji bo berhemên biyanî sînorek were danîn.
Heta niha 31 projeyên çandiniyê bi sermayeya 835 milyon dolaran hatine encamdan. Hefteya li pêş me 162 projeyên veberhênanê dê ji aliyê Hikûmetê ve werin ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin