Serokwezîr Draghi îstîfa kir lê serokkomar Mattarella qebûl nekir

Serokwezîr Draghi îstîfa kir lê serokkomar Mattarella qebûl nekir

PeyamaKurd – Hukumeta Îtalyayê paketa aboriyê ya ku li ser malbat û dezgeyan amade kiribû di parlementoyê de xist ber dengdanê lê partiya 5 Sitêrk biryarê da ku tevlî dengdanê nebe û li ser mijarê krîza siyasî derket. Serokwezîr Draghi piştî vê bûyerê biryara îstîfayê da û weha got:

“Ez ê vê êvarê îstîfa xwe bidim serokkomar. Koalsîyona yekîtiya netewî ya ku destekê dide hukumetê êdî tine ye.”

Serokkomarê Îtalyayê Mattarella îstîfa Mario Draghi qebûl nekir û bi qederê yek siet hevdîtinekî kirin.

Hukumeta Draghi bi sedema şerê Ûkraynayê ji bo zêdebûna bihayê enerjiyê û ku karibin pê re têbikoşin paketekî bi miqdarê 23 mîlyar Euroyî amade kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin