Li Hewlêrê 1emîn Pêsangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê destpê kir

Li Hewlêrê 1emîn Pêsangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê destpê kir

PeyamaKurd – Li Hewlêrê 1emîn Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê bi beşdariya 210 kompaniyên biyanî û navxwe destpê kir.

Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê ji bo pêşkêşkirina berhemên pîşesaziyê û hevkariya projeyên veberhênanê û avahîsazî û kompaniyan hat vekirin û armanca mezin a pêşangehê ew e ku karê avahîsaziyê li Herêma Kudistanê were baştirkirin.

Li gor hat zanîn, welatê Çînê di vê pêşangehê de para mezin wergirtiye û zêdetirî 40 kompaniyên wî welatî beşdar in, armanca Çînê ew e ku berhemên xwe yên li Herêma Kurdistanê pêşve bibe.

Herwiha hat ragihandin, li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê berhemîn pîşesaziyê û brandên herî nû yên biyanî têne pêşkêşkirin.

1emîn Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsaziyê ya Hewlêrê wê 3 rojan berdewam bike. Di pêşangehê de 210 kompanî beşdar bûne, 30 kompaniyên xwemalî û 180 kompaniyên din jî, ji Çîn, Misr, Îran û Tirkiyê ne. Kalîteya alavên avahîsaziyê û pêşkêşkirina berhemên pîşesaziyê û hevkariya projeyên veberhênanê û avahîsaziya kompaniyan, armancên pêşangehê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin