Pistî daxuyaniyên Erdogan dolar 13, euro jî 15 lîreyan derbas kir

Pistî daxuyaniyên Erdogan dolar 13, euro jî 15 lîreyan derbas kir

PeyamaKurd - Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên piştî civîna kabîneya doh Duşemê derbarê aboriya Tirkiyê de, nirxê dolar careke din bilind bû û gihîşt nêzî 13 lîre û nîvê lîreyê Tirk.

Banka Navendî ya Tirkiyê 18ê Mijdarê rêjeya faîzê puanek daxistibû û ji wê rojê ve dolan li hember lîreyê Tirkî  bilind dibû ku gihîştibû 10.60 lîreyan.

 Erdogan doh piştî civîna kabîneyê gotibû ew dê li ser siyaseta daxistina faîzê berdewam bin û bi daxuyaniyên wî re careke din dolar li hember lîreyê tirkî rekor şikand û ji 11 lîreyan heta 13,35 lîreyan bilind bû. Herwiha Yek Euroyek jî gihîşt 15.00 lîreyan.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meha dawî de li hember dolar %30 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aborîyê bi giştî ye ku opozîsyon hilbijartinên pêşwex dixwaze.

Erdogan îro hilbijartinên pêşwext jî red kir û got, wê hilbijartin di sala 2023yan de di dema xwe de bêne kirin û bi taybet piştî vê daxuyaniyê jî nirxê dolar hîn zêdetir bû li hember lîreyê Tirkî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin