PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, minîbûseke rêwiyan dema nêzî Gola Wanê di rê de, ji kontrolê derket û pekiya nav golê.
Di bûyera ku îro danê sibehê li navçeya Westan a bajarê Wanê rû da de, 11 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku minîbûsa ji kontrolê derketiye nêzîkî Rêveberiya Karûbarên Avê ya Dewletê ketiye nav Gola Wanê û piştî agahdarkirinê tîmên tenduristî, Cendirme û agirkuj çûne cîhê bûyerê.
Hat diyarkirin ku 11 kesên birîndar bûne bo nexwaşxaneyan hatine veguhestin û rewşa yek ji birîndaran jî giran e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin