PeyamaKurd – Li ser zêdebûna xwepêşandanan yên li Sri Lankayê, li seranserê welat qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexe li gor wexta Sri Lanklayê heya 05.00 an dê dewam bike.
Hat ragihandin ku qedexe li ser krîza darayî û siyasî û li ser daxwaza serokê dewletê û hem serokwezîrê demkî yê nûh Ranil Wickremesinghe hatiye ragihandin. Di daxwuyaniya qedexê de weh ahat gotin:
“Ji bo nizama giştî bê parastin pêdivî bi ragihandina qedexê heye.”
Xelkê hişyarî da parlemento û hukumetê û got eger îstîfa nên kirin, wê bavêjin ser avahiyên hukumetê. Serokê berê yê dewletê duhî reviyabû Maldîvan û parlemento Wickremesinghe weka serokê dewletê yê demkî hilbijartibû. Lê xelk car din razî nîne û wê xwepêşandan dewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin