PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, hişyariya îhtimala rûdana êrîşan di nav 24-36 saetan de da balyozxaneya Amerîka ya Afganistanê bangewaziya terk kirine derdora balafirgeha Kabûlê li hemwelatiyên amerîkî kir.
Balyozxaneyê ragihand, “Ji ber sedema gefeke diyar û pêbawer, divê hemû hemwelatiyên amerîkî terka herêma derdora Balafirgeha Kabûlê bidin.”
Biden ragihandibû ku derdora Kabûlê gelekî xeter bûye û gefa êrîşa terorê di asta herî bilind de ye.
Joe Biden herwiha gotibû, fermandarên wan gotine, îhtimala ku di nav 24-36 saetan de êrîş pêk werin gelekî zêde ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin