PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand ku bêyî pirsgirêka Îsraîl û Filistînê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî bê çareserkirin, ne mimkun e ku behsa aramiya li herêma Rojhilata Navîn bê kirin.
Maria Zaxarova rewşa Rojhilata Navîn, şerê Hemas û Îsraîlê, êrişên grûpên çekdar ên li baregehên Amerîkayê tên kirin û çend mijarên din nirxand.
Zaxarova balê kişand ku li Rojhilata Navîn şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de, dewletên din jî dikşîne nava şer û zêdebûyîna bizavên leşkerî û çekdarî rîskên ku şer û alozî li navçeyê zêdetir û berfirehtir jî bibin peyda dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin