PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara mirinên bobelata lehî û hezazê ya li eyaleta Manipur a Hindistanê ku 30yê Hezîranê rû dabû, zêde bûye gihîştiye 42 kesan.
Li gorî daxuyaniyên rayedaran, bîlançoya şemitîna axê ya piştî lehiyê li herêma çêkirina rêya hesinî ya herêma Noney a li bakurê rojhilatê Hindistanê her diçe girantir dibe.
Rayedaran ragihandiye ku tîmên rizgarkirinê xwe gihandine cenazeyê 42 kesan ku ji wan 27 leşker û 15 jî xelkê sivîl e.
Hîn jî lêgerîna bo 20 kesên wihda dewam dike.
Hêjayî gotinê ye, barana ku ev 3 hefte ne dewam dike, ziyaneke mezin li Hindistanê û Bangladeşê bixwere anîye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin