PeyamaKurd – Îro li şûna Umêd Xoşnav, Partiya Demokrat ya Kurdistanê, endamekî nû dişîne Parlamentoya Kurdistanê.
Parlamentoya Kurdistanê, îro dest bi werza nû ya xebata xwe dike. Di civîna îro de endamekî nû yê fraksiyona PDKê jî sûnd dixwe û dibe endamê Parlamentoyê.
Navê endamê nû yê Parlementoyê, Helkewt Enwer e û dibe endamê firaksiyona PDKê.
Helkewt Enwer li şûna Umêd Xoşnav dibe Parlamenter. Umêd Xoşnav, serokê firaksiyona PDKê bû, lê piştî ku bû Parêzgarê Hewlêrê, cihê wî vala mabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin