PeyamaKurd – Heştemîn Festîvala Hinar û Payîzê îro li Helebceyê tê lidarxistin.
Li gor zanyariyan, armanca Festîvala Hinar û Payîzê, hinar û berhemên din ên herêmê bên bazarkirin e.
Hat zanîn ku îsal berhema hinar li Helebce li gorî salên borî kêm bûye, lê li gorî cotkaran berhema îsal baş e.
Herwiha hat ragihandin, 450 cotkar û firoşkar di Heştemîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce de beşdar in û berhemên xwe pêşan didin. Festîval jî wê sê rojan berdewam be.
Hêjayî gotinê ye, hinarên li Helebce yek ji berhemên herî navdar ên Herêma Kurdistanê ye ku di van salên dawî de hinardeyî derveyê welat hatine kirin û biryar e îsal bo Îmaratê bên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin