PeyamaKurd – Li Amerîkayê, di çarşema pêşiya me de eger Senatoya Amerîkayê îznê bide, dê qorgeneral Laura Richardson bibe fermandara Fermandariya Başûr ya Amerîkayê. Hat ragihandin ku wezareta bergiriyê (Pentagon) qorgenerala jin ya bi navê Laura Richardson (57) bo terfî bike asta 4 stêrkan, Senato bi erênî lê dinêre.
Richardson, ji sala 2018 an û heya niha wezîfa Fermandariya Hêzên Artêşê ya artêşa Amerîkayê dimeşand. Eger Senato erê bike, dê weka fermandara Başûrê Amerîkayê û operasyonên artêşa Amerîkayê yên Latîn Amerîkayê û Karayîpan bimeşîne.
Namzetiya Richardsonê di 8 ê adarê de li Koşka Sipî ji aliyê serokê Amerîkayê Joe Biden ve hatibû destnîşankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin