‘Rûber û nifûsa Tirkiyê ji Îtalya mezintir e, ne mimkun e em kontrol bikin’

‘Rûber û nifûsa Tirkiyê ji Îtalya mezintir e, ne mimkun e em kontrol bikin’

PeyamaKurd – Endamê Desteya Zanistî ya Vîrusa Koronayê li Tirkiyê, Prof. Dr. Mehmet Ceyhan, ragihand ku rewşa Tirkiyê di belavbûna vîrusê de metirsîdar e ku dibe ji Îtalya jî xirabtir bibe.

Ceyhan got, "Welatê me bi rûbera xwe û serjimariyê ji Îtalyayê mezintir e. Pir zehmet e em vê nexweşînê kontrol bikin. Heger di vê hefteyê de her kes nekeve malên xwe û temasa bi mirovan re berdewam bike, ne mimkun e em vî karî kontrol bikin.”

Mehmet Ceyhan herwiha li ser qedexeya derve bo kesên temenê wan bi ser 65an de jî got, ew gaveke ji bo pêşîgirtina mirinan e, lê wisa dewam bike divê em jî biryareke wisa bidin.

Herwiha parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku dawî li derketina derve ya parkan û peravan a bî tedbîr bînin û nebin sebeba xemgînkirina kesûkarên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin