Pentagon: Em li ser îdîayên ku Rûsya çekên kîmyewî bikaraniye lêkolîn dikin

Pentagon: Em li ser îdîayên ku Rûsya çekên kîmyewî bikaraniye lêkolîn dikin

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê (Pentagon) yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku Amerîka lêkolînê dike bê Rûsya ji bo xwepêşandanan bide rawestandin, maddeyên kîmyewî xistiye nav xaza ku ji çav rondikan dibarîne an na. Kirby, di civîna rojane ya çapemeniyê de axifî û got maf heye bê zanîn bê çekên kîmyewî hatine bikaranîn an na. Berdevk Kirby weha dewam kir:

“Di kirina vî şerî de, ji bo kontrolkirina xwepêşandanan maddeyên ku bikar anîne dibe ku maddeyên kîmyewî xistibin nav wan da êrîşên kîmyewî veşêrin. Her çendîn ji berê de Rûsya dixwest ku çekên kîmyewî bikarbîne jî lê niha mijar li ser Ûkraynayê ye. Em li agahiyên di destê xwe de dinêrin. Çi ji destê me tê em baştirî wê dikin û analîz dikin. Niha em ne xwediyê ti encamekî ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin