PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, yasaya daxistina enflasyonê, dabînkirina xizmetên tenduristiyê û têkoşîna dijî guhertina avhewayê îmze kir.
Li gorî wê yasayê, 437 milyar dolar ji bo daxistina enflasyonê, xizmetên tenduristiyê û têkoşîna dijî guherînên avhewayê tê xerckirin.
Joe Biden ev yasa wekî yek ji yasayên herî girîng ên dîroka Amerîkayê nirxand û got, “Gelê Amerîkayê qezenc kir, rêjeyek biçûk ji bazirganan jî têk çûn.”
Di yasayê de zêdekirina baca kompaniyên mezin û dewlemendan jî cî digire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin