PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ji bo pêşxistina pêwendiyan û çend hevdîtinan serdana Almanyayê kir ragihand ku Almanya piştevaniyeke tam dide Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter daye xuyakirin ku çend roj in ew li Almanyayê ne û ligel Serokê Dezgeha Caritas a Almanî, Cîgira Serokê Parlamentoya Bakurê Ren Vestfalya Bêrîvan Aymaz, Parêzgarê Essenê, hejmarek wezaret û saziyên hikûmeta Almanyayê hevdîtin pêk anîne.
Parêzgarê Duhokê ji K24ê re diyar kiriye ku di civînan de, wan pêşvebirina pêwendiyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê gotûbêj kiriye, rayedarên hikûmet û parlamentoya Almanyayê jî piştevaniya xwe ya temam ji bo Herêma Kurdistanê dubare kirine.
Herwiha Elî Teter eşkere kir, wî gel Wezareta Karûbarên Civakî ya Almanyayê mijara pebaneran jî gotûbêj kiriye di egera dirustbûna her bûyereke nexwestî de ku xelkê Herêma Kurdistanê neçar bike ber bi Ewropayê koç bikin.
Teter diyar kir, wî alîkarî ji Almanya û hejmarek welatên Ewropayê xwestiye, da ku hevkariya Herêma Kurdistanê bikin bi mebesta dirustkirina bingeheke ji bo rêlibergirtina koçkirina xelkê, ji ber ku koçkirin çareserî nîne û divê li Herêma Kurdistanê jiyaneke baştir ji bo ciwanan were dabînkirin.
Parêzgarê Duhokê da zanîn, pêwendiyên wan ên gelek bihêz ligel çend eyaletên Almanyayê, bi taybetî ligel eyaleta Bakurê Ren heye û di vê serdanê de tekezî li pêşvebirina wan pêwendiyan kirine, ji ber ku piştî hilbijartinên sala borî guherînên mezin di nav Almanyayê de çêbûne, wî jî ji bo pêşvebirin û berfirehkirina wan pêwendiyan serdana Almanyayê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin