PeyamaKurd – Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku zêdetirî 300 îtirazên bo encamên hilbijartinên 10ê Cotmehê hatine redkirin û ji bo 234 navendan jî biryara bi destan jimartina dengan hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku lêkolîna li ser gilîyên bo encamên hilbijartinê berdewam dike û hat eşkere kirin, 340 îtiraz hatine redkirin û ji bo 322 giliyan jî biryara ji nû ve jimartina dengan hatiye dayîn.
Komîsyonê herwiha da zanîn ku wê li 234 navendên li parêzgehên Selahaddîn, Besra û Bexdayê deng bi destan ji nû ve bên jimartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin