Îran: “Yê li hêzên Tirkiyê dixe em in, ne Iraqe”

Îran: “Yê li hêzên Tirkiyê dixe em in, ne Iraqe”

PeyamaKurd – Birayê serokê îstîxbarata artêşa Îranê Mehdî Taîb ku bi xwe nêzî Ayetullah Elî Xamaneye, ragihand ku li pişt lêdana çeperên Tirkiyê de Îran bi xwe heye. Dengê wî di malpera Iran International TV de û di ser hinek hesabên medya civakî de banda qeydkirî ya bi dengê wî hat belavkirin. Di bandê de Taîb dibêje li Sûriye û li Iraqê ew êrîşên ku dibin ser çeperên hêzên Tirkiyê, li pişt perdê Îran heye û êrîş ji aliyê ûnsûrên bi ser Îranê de tên kirin. Taîb weha got:

“Tirkiye bi gotin dibêje ez ê lêxim, weha bikim an wekî din bikim. Li sehayê nikare bike. Ma Idlib ne di destê Tirkiyê de ye? Em dibêjin ji vê derê bi paşde vekişe, sibê ew vedikişe.”

Di dewama axaftina xwe de yek ji guhdarvanan jê dipirse û dibêje: “Lê Iraq li Tirkiyê xist? Taîb weha dibersivîne: “Yê lê xistiye Iraq nîne, em in.”

Di dengê Taîb de rexne li serokê meclisa Îranê Muhammed Kalibaf jî hatiye kirin û her weha sûcdarkirina birayê zavayê serokkomarê Îranê ya Meysem Nîlî jî heye lê li ser berteka Nîlî, Taîb jê lêborîna xwe xwestiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin