PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Misrê Samîh Şukrî piştî hevdîtina li Moskowayê civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xistin.
Lavrov ragihand ku ji ber Îran jî yek ji welatên formata civînên Astana ye, li ser lihevkirine ku ew jî beşdarî hevdîtinên Enqere û Şamê bibe.
Lavrov di civîna rojnamevanî de, li ser mijara proseya normalkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê axivî û got, ew piştgiriya siyaseta Tirkiyê ya asayîkirina pêwendiyên ligel Sûriyê dikin.
Lavrov diyar kir ku ew amade ne di vî warî de xebatên xwe pêş bixin û wiha axivî: “Li ser mijara ku Îran jî beşdarî vê xebatê bibe lihevkirin hatiye kirin. Hem Rûsya, hem Îran, hem jî Tirkiye endamên sêalî yên Astana ya çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ne. Bi dîtina min aqil e ku Rûsya û Îran ji bo pêşvebirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê di pêşerojê de bi pêwendiyên xwe re bibin alîkar. Xebatên li ser dem û formata taybetî berdewam dikin. Pêşveçûn gav bi gav e û têgihiştinek heye ku her gav, her çiqas piçûk be jî, divê encamên berbiçav derxe holê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin