PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji di çapemeniya Îranê de cih girtin, Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Abdurahîm Musewî û Serfermandarê Artêşa Pakîstanê General Asim Munîr, li Têhranê li ser geşepêdana hevkariyên leşkerî civiyan.
Di agahiyên hatin dayîn de hat destnîşankirin ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Abdurahîm Musewî û Serfermandarê Artêşa Pakîstanê General Asim Munîr, li ser gotûbêjkirina zêdekirina ewlehiya sînor, çalakiyên perwerdehiyê û pêwendiyên hevpar ên berevanî û ewlehiyê yên li qada navçeyê civiyan.
Li gorî ajansa nîvfermî ya Tesnîmê ya Îranê, ev hedîtin bi du berpirsên leşkerî yên payebilind li Tehranê çêbûye û hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de bi armanca zêdekirina asayîşa sînoran, li ser çend xalan dan û stendin hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin