Mîrza Herry, li xwe mikûr hat: Min ew kustin!

Mîrza Herry, li xwe mikûr hat: Min ew kustin!

PeyamaKurd- Mîrza Harry yê ku ji malbata keyîtiyê ya Brîtanyayê veqetiyaye û li Amerîkayê bi cih bûye, bîranînên xwe di pirtûkekê de tomar kirin û di nav van bîranînan de li xwe mikûr hat ku wî li Efxanîstanê gelek kes kuştine.

Mîrza Herry, di bîranînên xwe yên bi navê "Spare" ya ku tê payîn di 10ê Çileyê de bê weşandin de diyar kir ku wî di dema erkdariya xwe ya li Efxanîstanê de 25 kes kuştine.

Mîrza Herry di bîranînên xwe de ku wî di pirtûka xwe de diyar kir ku serhildêrên ku wî di nav deng û aloziya pevçûnê de kuştine wekî "beyî ku yên baş bên kuştin, xirabên ku ji holê tên rakirin” dibîne.

Her wiha Herry got ku heger hûn yekî wekî mirov bibînin, ne pêkan e ku hûn wî bikujin lê belê artêşê ew wisa baş perwerde kiriye ku ew wan wekî ‘yên din’ bibîne.

Mîrza Herry, di pirtûka xwe de dibêje ku

“Ji roja yekem ve armanca min ew e ku bê ka min tiştek rast kiriye yan na… Armanca min ew bû ku dema ez bikevim nav nivînan, tu şik û guman di serê min de tunebin ku dema min gule berî Talîbanê didan, li nêzîkî Talîbanê sivîl tunebin. Min bi hemû ezayên laşê xwe, dixwest ku ez vegerim Brîtanyayê lê belê ji vê zêdetir min dexwest ku dema ez vegerim, divê wijdanê min nehatibe rûxandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin