Ji Wezareta Tenduristiyê bangewazî: Bilez li hêla 122 bigerin!

Ji Wezareta Tenduristiyê bangewazî: Bilez li hêla 122 bigerin!

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bangewaziyeke bilez ji bo welatiyên geşt kirine û ji derveyî welat hatine kir. Wezaretê gazî li wan kesan kir ku bilez bi hêla telefonê ya jimar 122 pêwendiyê bikin.

Bangewaziya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê li welatiyên geşt kirine û ji pişkinîn û qerentîneyê derbas nebûne wiha ye:

Piştî gazîya me ya berê, agahdarîya wan hevwelatîyan dikin, ku berê geşta derve ya welat kirine ji 15/2  heya niha, ji bilî ewên hatine kerentînekirin yan pişkinîn ji wan re hatine encamdan, bileztirîn dem peywendîyê bi hêla gerima 122 yan Navenda Koronayê ve bikin bo encamdana pişkinîna taqîgehî.

Hewe dil tenah dikîn ku tenê bo pişkinîn û berjewendîya hewe û kesûkarên hewe ye, bi vajî ya evê yekê jî her hevwelatîyek ji derve ya welat vegerîya be û di dema dîyarkirî de, pişkinîna taqîgehî nebe, dê rêkarên yasayî li beranbera wî bihête wergirtin. 

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê

30/ Adar/2020

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin