PeyamaKurd – Li Rûsyayê, berpirsiyar û koardînatorê giştî yê rojnemeya Novaya Gazeta Dimitri Muratov, ku xwediyê Xeleta Aştiyê ya Nobelê ye, xelata xwe ji bo arîkariya benaberên Ukraynî difroşe.
Li gor Muratov di rojnemeya Novaya Gazetayê de makaleyek nivîsîye û daxwaz kiriye, ji bo firotina xelata Nobelê pêwendî li gel bê danîn. Herwiha Muratov banga agirbestê dike û dibêjê ku gerek gelek zû alîkariya bpenabera bê kirin û rêyên derketina sivîlan werin vekirin.
Rojnemeya Novaya Gazeta, li himber desthilatê muxalefetê dike. Moratov ji bo parastina azadiya ramanî sala 2021ê ji Filîpînê li gel Maria Ressa xelata Aştiyê ya Nobelê sitendibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin