Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi wezîrê werzîsê yê Iraqê re civiya

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi wezîrê werzîsê yê Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Pêncşemê pêşwazî li Wezîrê Werzîş û Lawan ê Iraqê Ednan Dercal kir.

Di hevdîtinek de rewşa werzîş û lawan û çalakiyên werzîşî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin û bal kişandin ser pêwîstiyên warê werzîşê û girîngiya sûdwergirtina uzeya lawan ya pêşxistina şiyanên wan û beşdarîpêkirina çalakiyên wan ya li avadankirina welat de.

Hat diyarkirin ku her du alî tekezî li ser girîngî û pêwîstiya hebûna rewange û stratejiyeke niştimanî ya pêşxistina warê werzîş û lawan li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û hevkarî û hemahengiya zêdetir a her du warê werzîş û lawan li Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanîn.

Herwiha di hevdîtinê de, li ser diyartirîn kêşe û giriftên li ber werzîş û çawayiya çareserkirina wan, pêwîstiya dabînkirina derfeta kar ya lawan û bikarxistina wan ya di proseya avadankirina welat de û paşeroja werzîş hatin axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin