PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken li paytext Washingtonê pêşwaziya Mîrê Urdinê Abdullahê Duyem kir.
Di dîdara Bliken û Abdullah de, Blinken kêfxweşiya xwe ya ji bo hevkariyên demdirêj ên di navbera her du welatan de bi boneya 75 saliya peywendiyên dîplomatîk ên Amerîka û Urdunê nîşan da.
Blinken balê kêşand ser pêwendiyên herdu welatan û destnîşan kir ku ji bo aramiya herêmê ew pêwendî girîng in. Blinken vîna DYA ku bi hevkarên xwe yên weke Urdunê re ji bo "pêşxistina aştî û ewlehiya herêmê" destnîşan kir.
Blinken, ji ber hewldanên welatê wî yên ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê, spasiya Mîrê Urdunê Abdullah kir.
Di dîdara Blinken û Abdullah de de mijara dabînkirina aştiyeke mayînde û ewlehiya Xezeyê jî hate gotûbêjkirin.
Ji aliyê din ve Blinken li ser biryardariya DYA ya ji bo damezirandina dewleteke serbixwe ya Filistînê jî destnîşan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin