PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn, welatê wan bi şerêkî tevahî ku ji hêla Rojava ve hatiye ragihandin re rûbirû ye.
Lavrov do Îniyê diyar kir, li dijî Rûsya şerêkî hîbrîd yê tevahî hatiye dîyarkirin û got: “Armanc wêrankirin, tunekirin, xeniqandina aborîya Rûsî û Rûsya bi giştî ye.”
Herwiha Lavrov eşkere kir, Rûsya ne tenê ye û berdewam kir: “Li cîhanê gelek dost, hevalbend, hevkarên me hene. Hejmareke mezin ên komelên Rûsî bi welatên hemû parzemînan re kar dikin û em ê xebatên xwe bidomînin.”
Lavrov destnîşan kir, piraniya dewletan wê tev li sîyaseta sizayên Rojava yên li dijî Rûsyayê nebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin