Aktorê xelatgirê Oscarê li Kîevê dokumentera êrîsa Rûsyayê amade dike

Aktorê xelatgirê Oscarê li Kîevê dokumentera êrîsa Rûsyayê amade dike

PeyamaKurd – Aktorê navdar ê xelatgirê Oscarê Sean Penn, ji bo dokumentera êrîşa Rûsya ya dagirkirina Ûkraynayê amade bike û rewşê ji nêzîk ve bişopîne çû Kîevê.

Sean Penn herwiha bi Serokomarê Ûkrayna Volodimir Zelensky re jî ji bo dokumentarê hevdîtinek pêk aniye.

Serokatiya Dewleta Ûkraynayê ji ber hatina Sean Penn a Kîevê spasiya wî kiriye û ew xebata wî jî wekî karekî cesûr bi nav kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Penn, ji bo geşedanên li Ûkraynayê tomar bike û rastiya li pişt dagirkeriya Rûsyayê nîşan bide hatiye Kîevê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin