Nêçîrvan Barzanî: NY ji bo çareserkirina yekcarî ya arîseyan dikare alîkariyê bike

Nêçîrvan Barzanî: NY ji bo çareserkirina yekcarî ya arîseyan dikare alîkariyê bike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi  Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re civiya.

Di civînê de her du aliyan pêvajo û rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir û li ser peywendî û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê û hevfêmkirinên van demê dawiyê yên her du aliyan li ser mijara budce û mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê axivîn.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola tîma Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê ku dikare alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike ji bo handana gotûbêjeke cidî ya navbera wan, ji bo çareserkirina yekcarî ya kêşeyan li ser bingeha destûrê.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser raporta Nûnera Sekreterê Giştî yê NYê ya li Iraqê ku derbarê girîngiya cîbicîkirina destûrê û sîstema federalî de pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kiribû.

Di civînê de geşedanên herî dawî yên belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) û çawaniya rûbirûbûna wê, hilbijartinên dahatû yên Iraqê û yasaya hilbijartinan, rewşa aware û penaberên li kampên Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin