PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 1ê Kanûnê di çarçoveya Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP28) de, li Dubey bi Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm re hevdîtinek pêk anî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, beriya vê hevdîtinê jî bi hejmareke serok, serokwezîr û berpirsên welatan û Neteweyên Yekbûyî (NY) hevdîtin pêk anîn.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm beşdarî COP28ê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin