PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser Refahê got ku wan rojek ji bo operasyoneke bejayî ya muhtemel diyar kiriye. Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan got, "Tevî ku dîrok hat diyarkirin jî bi me re nehat parvekirin."
Rayedarên rêveberiya Biden diyar kirin ku hevdîtinên rû bi rû yên beriya niha yên bi Îsraîlê re yên li ser Refahê hatibûn betalkirin wê di hefteyên pêş de bên kirin.
Di çapemeniya Îsraîlê de nûçe hatin belavkirin ku Wezareta Parastinê ya Îsraîlê 40 hezar kon kirî ku di valakirina Refahê de bên bikaranîn.
Li gor nûçeya Dengê Amerîka; Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan careke din tekez kir ku ew di wê baweriyê de ne ku "dagirkeriya bejahî ne rêbaza herî baş e" li Refahê, ku zêdetirî 1 mîlyon mirovên ku ji bakurê Xezzeyê direvin, xwe lê girtine.
Sullivan li ser pirsa gelo DYA plana valakirina Refahê dîtiye yan na, got, "Min planek pêbawer û pêkan nedîtiye ku çawa sivîlên bêguneh biparêze û stargehê ji wan re peyda bike."
Di civîna çapemeniyê ya ku roja Sêşemê li Qesra Spî hat lidarxistin de, rojnamevanekî bi bîr xist ku Fransa ji bo zêdekirina alîkariya însanî ya ji bo Xezzeyê ji bo Îsraîlê zext û bijardeya sizayê aniye ziman û Tirkiye jî li dijî bazirganiya bi Îsraîlê re hin gav avêtine û got gelo wê DYA jî gaveke bi vî rengî bihavêje yan na.
Jake Sullivan got, "Siyaseta me wê bi gavên berbiçav ên Îsraîl bihavêje diyar bibe. Ger polîtîkaya Îsraîlê bi awayekî domdar neguhere, em ê (polîtîkaya xwe) biguherînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin