PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê îro duşemê (3.12.2018) Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi seroktiya Serok Mesûd Barzanî, bicive. Tê çaverêkirin ku Serok Barzanî, di civîna îro de ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kesekî destnîşan bike ku ew jî yan Nêçîrvan Barzanî yan jî Mesrûr Barzanî ye.
Li gor zanyariyan dê di civînê de babetên wekî; di serî de rewşa Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serdana Serok Barzanî ya Bexdayê werin gotûbêjkirin.
Parlamentarê PDKê Omêd Xoşnaw da zanîn, civîna PDKê bi mebesta guftûgoyên hikûmetê ye, ku şanda danûstandinkar bi guftûgoyên ligel aliyên din tê raspardin û reng e hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoyê jî were guftûgokirin.
Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinê 30yê Îlonê yên Herêma Kurdistanê de, PDK bi 45 kursiyan bibû partiya yekem û ji bo hikûmeta nû danûstandinên xwe yên bi partiyên siyasî yên Kurdistanê re berdewam dike.
Tê pêşbînîkirin li demeke nêzîk, kabîneya nû ya wezîrên hikûmetê û posta seroktiya parlamentoyê li gorî awayê beşdariya YNK û Tevgera Goranê di hikûmeta nû de werin diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin