Îran: “Em amade ne bi Erebistanê re hevdîtinan bikin”

Îran: “Em amade ne bi Erebistanê re hevdîtinan bikin”

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf got ku ew bo bi Erebistana Si’ûdiyê re muzakereyan bikin amade ne û eger dewletên cîran bixwazin nermahiyê çêbikin, her wext rêya wê heye.

Zarîf, bi sedema tevlîbûna konferansa ewlekariyê ya Munîhê li Almanya bû û bo televîzyona BBC yê, li ser pêşdeçûnên herêmê tevlî bernameyê bû. Zarîf got ku piştî kuştina Qasim Silêmanî ji Erebistanê xeber sitendine ku terefdarê hevdîtinaye. Zarîf got ku bersiva erênî bo vê gotinê dane lê heya niha ji Riyadê ti agahî nehatiye.

Cewad Zarîf got ku bo ‘Plana Aştiyê ya Hurmuzê’ ku serokê Îranê Hesen Rûhanî pêşniyar kiribû, ji dewletên Iraq, Qatar, Kuweyt û Ummanê bersiva erênî gihaye wan lê heya niha ji Arabistana Si’ûdiyê, Emarat û Bahreynê bersiv nehatiye. Zarîh weha dewam kir:

“Erebistana Si’ûdiyê û Emarat di herêmê de gengeşê dixwazin. Tehran bo Erebistana Si’ûdiyê û cîranên dinan bo muzakereyan amade ye. Îran ewlekariya dewletên cîra, ewlekariya xwe dizane. Eger cîran bixwazin gengeşeyê kêm bikin, rêya wê heye. Ya girîng ew e ku bixwazin û di mijarê de xwediyê îrade bin.”

Zarîf li ser mijara bernama nukleerî jî ragihand ku ew bi wezîrê karên derve yê Almanya, bi Heiko Maas re mijarê axifiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin