PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî peyameke pîrozkirina Cejna Newrozê belav kir û tê de ji welatiyan xwest, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin.
Wezîrê Tenduristiyê got, em dawaz ji welatiyan dikin, xweragir bin û pabendî rênimayên tenduristî û jîngehparêziyê bin û xwe û zarokên xwe biparêzin, bi berdewam maskan bi kar bînin û ji cihên qelebalix dûr bikevin.
Dr. Saman Berzincî ji welatiyan re diyar kir, her dema nîşanek yan gumaneke pêketina bi vîrûsê hebe, serdana navendên testê bikin û xwe ji xelkê dûr bixin.
Wezîrê Tenduristiyê tekez kir, “Em soz didin bi piştevaniya pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pabendbûna me hemûyan bi rênimayên tenduristiyê, di cenga li dijî vîrûsa koronayê de berdewam dibin.”
Berzencî Newroz pîroz kir û got, “Cejna sala nû ya kurdî, Bihar û Newroza we pîroz be, her di xweşî û tenduristî û selametiyê de bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin