Serokwezîr Barzanî bi balyozê nû yê Rûsyayê re civiya

Serokwezîr Barzanî bi balyozê nû yê Rûsyayê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê nû yê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashef û şanda ligel wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê nû yê Rûsyayê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest di erkê wî yê nû de û ji bo pêşvebirina pêwendiyên Rûsya yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Balyozê Rûsyayê pesnê pêşketin û avadaniyên Herêma Kurdistanê da û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêmê nîşan da, bi taybetî di warê geşkirina danûstandinên bazirganî û veberhênanê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin