Hikûmeta Kurdistanê alîkariyên bo krîza korona gihane hev eskere kir

Hikûmeta Kurdistanê alîkariyên bo krîza korona gihane hev eskere kir

PeyamaKurd - Fermangeha medya û zanyariyan ya Hikûmeta herêma Kurdistanê, alîkariyên bo krîza vîrusa korona gihîştine destê hikûmetê eşkere kir.

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê alîkariyan de wiha ye:

Yekem: Alîkarî, heta niha 20 milyon û Nîv Dolar alîkarî ji bo hejmara navendî ya Civata Wezîran hatine zêdekirin. Ev pere ji bo kirîna kelûpelên xwarinê û dermanan dê werin terxan kirin. Piştre li ser hemû parêzgehên herêma Kurdistanê li gor rêjeya rûniştvanan, dê werin dabeş kirin.

Duyem: Bexda: 3 milyar û Nîv Dînar şandiye. Civata Wezîran nivîsîn ji bo Wezareta Darayî şandiye, da ku liser parêzgehên herêmê dabeş bike.

Sêyem: Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, tu gujmek pere alîkarî nekiriye, tenê hinek amêr û keresteyên tendirustiyê radestî Wezareta Tendirustiyê kiriye.

Çarem: Civata Wezîrên Iraqê biryar da ye 600 milyar dînar li ser xelkê hejar dabeş bike. Herêma Kurdistanê jî bi fermî nivîsîn kiriye, lê heta niha tu gujmek pere ji bo herêmê ne şandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin