PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê li navça Ovacikê 3 roje ku berf dibare û li navenda navçê qaliniya berfê giha nîv metreyî. Li ciyê bilind qaliniya berfê giha hera 90 cm yî. Parêzgeha Dêrsimê di mijarê de weha ragihand:
“Bi sedema barîna berfa zêde, li navça Ovacikê dibistanên seretayî, navendî û lîse di 21 ê mehê de hatine tatîlkirin. Xebatkarên asteng û jinên bi hemil yên di dezge û saziyên dewletê de dixebitin, wê yek rojekî di îznê de bên hesibandin. Li navçê ji bo vekirina rêyên 34 gundan xebatên me bê rawestan dewam dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin