CHPê li Serdozgeriya Enqerê giliyê SADATê kir

CHPê li Serdozgeriya Enqerê giliyê SADATê kir

PeyamaKurd – Partiya Komariya Gel (CHP) li dijî kompaniya perwerde, rahênan û leşkerên kirêkirî SADATê ku serokê wê Adnan Tanriverdî beriya çend salan şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû, bi hinceta ku amadekariya aloziyan bo hilbijartinan dikin, doz vekir.

Serokê Wekîlê Koma CHPê ya Parlamentoya Tirkiyê Bulent Tezcan, bi şandekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û giliyê SADATê kir.

Tezcan piştî pêşkeşkirina gilînameyê li ber serdozgeriya Enqerê ragihand, ji parvekirin û peyamên ku parve dike xuya ye ku SADAT rêxistineke sûc e, karûbarên paramilîteriyê dike û bi piştgiriya Koşka Serokomariyê tevdigere.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, beriya niha çûbû pêşiya avahiya navenda SADATê û xwestibû li ser rêxistinê û karûbarên dikin, agahiyan bistîne.

Lê belê navendê deriyê xwe li ber Kiliçdaroglu girtibû û rênedabû bikeve nava avahiyê.

Serokê mafyayê Sedat Pekerê ku niha reviyaye Îmaratê û demekê piştevaniya hikûmeta AKPê dikir, li ser medya civakî gotibû, wê SADAT beriya hilbijartinan bikeve tevgerê û aloziyan bi çekdarên xwe derxe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin