PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz wê sibe 14ê Adarê serdana Tirkiyê bike.
Li gorî ragihandina medya Tirkiyê Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz sibe duşemê serdana Tirkiyê dike û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ve jî tê pêşwazîkirin.
Hatiye diyarkirin ku wê Scholz û Erdogan peywendiyên navbera her du welatan û pêşhatên dawî yên li herêmê gotûbêj bikin.
Olaf Scholz piştî bûye Serokwezîrê Almanyayê di 8ê Kanûna 2021ê de, yekem serdana xwe ya bo Tirkiyê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin