PeyamaKurd- Li bajarê Kayseriyê ya Tirkiyê her diçe DEAŞ î kom dibin û li wê derê xebatên xwe dikin. Ev çend care li bajarê Kayseriyê gelek kesên di asta bilind de yên DEAŞê tên girtin. Vê carê jî berpirsekî (emîr) DEAŞê yê navçeya Muhalebiyê ya bi ser bajarê Mûsilê, li Kayseriyê hat girtin.
Operasypna ser DEAŞ ê ji aliyê beşa TEM ê ya asayîşa Kayseriyê de hat kirin û kesê bi navê kod “Sebhen” (M.S.E.) hat binçavkirin. Niha lêpirsîna wî ya li TEM ê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin