PeyamaKurd - Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê, ragihand ku li kesekî din haleteke Covid-19ê (virusa koronayê) hatiye xuyakirin û ango testa wî ya Covid-19ê pozîtîf derketiye.
Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê Fahrettin Koca diyar kir ku Covid-19ê (korona virusa nû) ketiye canê kesekî din, “Di encama testan de derket holê ku vîrus ketiye canê welatiyekî din. Ew nexweş kesûkarê nexweşê ewil e. Ji bo ku nexweşî belav nebe, em tevdîrên pêwîst werdigirin. Em dê ligel hev vê pirsgirêkê çareser bikin.”
DÜN AKŞAM sonuçlanan test, üzücü bir öngörüyü doğruladı. Bir hastamız daha var. İlk hastamızın, tanı konur konmaz takibe alınan çevresindendir. Virüsün olası yayılımını bu sınırlar içinde tutabilmek için gerekli tedbirlere başvurduk. Sorunun üstesinden birlikte geleceğiz.
— Dr. Fahrettin Koca (@drfahrettinkoca) March 13, 2020
Wezîrê Tirk Fahrettin Koca, 11ê Adarê eşkere kiribu ku li Tirkiyê bo cara ewil li kesekî peyda bûye ango testa wî pozîtîf derketiye.
Hêjayî gotinê ye ku bi vê yekê re hejmara kesên tûşî Covid-19ê bûne, bi fermî derketiye 2 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin