PeyamaKurd - Pisporê Çekên Kîmyayî Dr. Salih Necîb ragihand ku zarokê bi navê Mihemed Hamid ku li Rojavayê Kurdistanê di êrîşa topbarana Tirkiyê de laşê wî şewîtiye, bi bombeya fosforê birîndar bûye ku ew jî çeka qedexekirî ya kîmyayî ye.
Piştî ku Mihemedê 13 salî ji Rojavayê Kurdistanê bo nexweşxaneya Dihokê hat veguhestin li ser birîndarbûn û şewata laşê wî jî lêkolîn tên kirin.
Heyva Sor a Kurdistanê ya Rojava ragihandibû ku ew bi bombeyeke kîmyewî birîndar bûye.
Mamosteyê Zankoyê û pisporê kîmyayê Dr Salih Necîb jî li ser birîndariya zarokê Kurd daxuyanî da û got, “Şopên ez li ser laşê birîndar dibînim, nîşaneyên bikaranîna fosfora spî ne, herwiha dîmenên bombardimanê jî vê yekê piştrast dikin.”
Necîb da zanîn ku sala 1980yî bikaranîna fosforê di êrîş û bombardimanên ser sivîlan de hatiye qedexekirin.
Hêjayî gotinê ye Tirkiye red dike ku çekên wan ên qedexekirî hene û wan ti çekên bi wî rengî bikar neanîne.
Lê belê medya cîhanî ku delîlên xwe dispêre dîmenan, şahidan û lêkolînên ser bombardimanê dibêje, teqez bombeya fosforê hatiye bikaranîn û ew zarok hejmarek sivîlên din ên Rojava pê birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin