PeyamaKurd – Hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê gihişt 111 kesan û tedawiya 137 kesan jî berdewam dike.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, piştî erdheja Îzmîrê di 30ê Cotmehê de qewimî, bi giştî 1621 paşlerze hatine tomarkirin.
Di erdhejê de 111 kesan can dan û 1035 kes birîndar bûn.
Ji birîndaran 898 kes ji nexweşxaneyê vegeriyan mala xwe û tedawiya 137 kesan berdewam e.
Li Îzmîrê xebata lêgerîn û rizgarkirinê ya ku di 17 avahiyan de dihat kirin, di 13an de bi dawî bû û di 4 avahiyan de xebatên lêgerînê berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin