Neçirvan Barzani peyama seresaxiyê sand ji bo koça fermandar Akam Omer

Neçirvan Barzani peyama seresaxiyê sand ji bo koça fermandar Akam Omer

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên komandoyê yên Herêma kurdistanê Akam Omer li derveyê bajarê Silêmaniyê di meha cotmehê de di encama teqîna mayinekî de birîndar bûbû û ji bo dermankirinê wî biribûn Almanya. Omer di 12 ê kanûnê de li Almanya jiyana xwe ji dest dabû û cenazê wî îro giha bajarê Silêmaniyê û jê re merasimekî fermî çêkirin.

Cenazê Akam Omer li balafirgeha Silêmaniyê hat pêşwazîkirin. Di merasima pêşwazîkirinê de şêwrimendê serokatiya herêma Kurdistanê Dilşad Şahab, cîgirê serokwezîrê Herêma kurdistanê Qubad Talabanî, serokê YNK ê Bafil Talabanî, serokkomarê berê yê Iraqê Berhem Salih û gelek rêvebirên partiyan û hukumetê tevî merasimê bûn. Dilşad Şahab di merasimê de peyama serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwend. Peyama Barzanî bi kurtayî weha bû:

“Em îro ji bo tevlî merasima fermandarekî gênc bibin, teqdîra têkoşîna wî, fîdakariya wî bikin û lê rêz bigrin, ji bo malbata wî, mirovên wî û hevkarên wî sersaxiyê bidin, em tevî vê merasima xemgîniyê dibin. Ev fermandarê bi şiyan, di dema wezîfa xwe ya parastina Kurdistanê dikir, canê xwe da û şehîd bû.

Fermandarê komandoyên cesûr û bêtirs şehîd Akam Omer, weka ku rêhevalên wî dibêjin, di rêza herî pêş ya parastina Kurdistanê de cîh girtiye. Riha wî ya wetenperwer, exlaqê wî yê berz, baweriya wî ya bi millet û welatê wî, daîma amade bû ku fîdakariyê bike. Herî dawiyê di wexta Kurdistanê li hemberê terorîsyan diparast, li ser wezîfa xwe şehîd ket.

Ji bo malbata wî, dostên wî û hevrêyên wî car din sersaxiyê dixwazim û ez hevparê xema wan im. Xwedê wî bi rehma xwe şad bike. Hem em dibêjin bila riha hevrêyê wî yê Şehîd Zuheyr şad be.

……

Selam ji riha şehîd Akam Omer û rihên temamê şehîdên Kurdistanê. Silav ji bo temamê pêşmerge û hêzên asayîşa Kurdistanê ku her wext amade ne ji bo welatê xwe biparêzin û şehîd bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin