PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov, li Antalyayê daxuyanî dan.
Çavuşoglu li ser peymana kirîna sîstemên parastina hewayî yên Rûsî S-400an ku Amerîka qebûl nake, da xuyakirin ku ew ji peymana ligel Rûsyayê venagerin.
Wezîrê tirk got, “Peymana ku me bi Rûsyayê re îmze kiriye di meriyetê de ye. Em niha li ser dema teslîmatê diaxivin.”
Çavuşoglu li ser projeyasaya senatorên Amerîkî ya betalkirina firotina F-35an bo Tirkiyê jî diyar kir, “Wekî prensîb dijderketina peymaneke bi welatekî sêyem re û wergirtina biryareke cuda, li dijî hiqûqa navdewletî ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin