PeyamaKurd- Li herêma Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî pasdarên Îranê li zozana Nelkemîn li kêleka gundê Hane Germele yê herêma Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberek hat kuştin û yek jî giran birîndar bû. Navê kolberê ku hatiye kuştin, Goran Ezîzzade (25 salî) û xelkê gundê Hane Germele bûye. Navê kolberê birîndar jî Esîr Şahpesendî ye ku niha li nexweşxaneya bajarê Pawe tê dermankirin.
Şeva borî li zozana Tete ya Hewraman jî komek kolber rastî êrişeka pasdaran hat. Di encama wê êrişê de jî kolberek hat kuştin lê navê wî nehat zanîn. Kolberekî Serdeştî bi navê Mihemed Awaze jî birîndar bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin