PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî derbarê êrîşa DAIŞê ya li ser zindana Sînaa ya Heseka Rojavayê Kurdistanê li ser twitterê peyamek belav kir û diyar kir, ew li ser şikandina DAIŞê li Hesekê, "rêzeke mezin ji mêrxasî û fêdekariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re digrin."
Qubad Talabanî di peyama xwe de şer û xebeta şervanên HSDê bilind dinirxîne û dibêje, rêzgirtineke mezin, ji wê mêrxasî û fêdekariya Hêzên Sûriya Demokratîk re heye, ku li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê nîşan dane û “karîne terorîstên DAIŞê yên ku ji girtîgeha Xiwêran reviyane, careke din bigrin.”
Qubad Talabanî eşkere dike: “Terorîstên DAIŞê dixwestin bi rêya çêkirina rewşeke aloz, aramiya deverê têk bidin û careka din xwe xurt bikin.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan dike, ew hevxemiya xwe ji bo kesûkarên şehîdên operasyonê nîşan didin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazîn.
Qubad Talabanî herwiha eşkere dike, ev bûyer nîşan dide DAIŞ hîn metirsiyeke zindî ye û “divê Herêma Kurdistanê û Iraq jî, wê paşguh nekin û di amadebaşiyê de bin" û erkê hemûyan e ku rê li ber DAIŞê bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin