PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitri Medvedev diyar kir ku karbidestên leşkerî û sivîl ên Brîtanyayê wekî "armanca leşkerî ya rewa ya Rusyayê" tên dîtin.
Dimitriy Medvedev, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û di vê daxuyaniyê de bal kişand ser hegera êrîşa Rusyayê ya li dijî karbidestên Brîtanyayê.
Medvedev di peyama xwe de got, "Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Cleverly diyar kir ku ‘Mafê Ukraynayê heye ku li derveyî sînorên xwe hêzê bi kar bîne da ku şiyanên Rusyayê qels bike.' Li gorî Cleverly, armancên leşkerî yên rewa yên li derveyî sînorên Ukraynayê, beşeke ji xweparastinê ne.
Divê karbidestên ehmeq ên dijminê me yê mezin Brîtanya ji bîr nekin ku dewletên wan jî dikarin li gorî qanûnên navneteweyî yên pejirandî yên gerdûnî yên ku şerên nûjen bi rê ve dibin, di nav de Peymanên Lahe û Cenevre û protokolên wan ên zêde, di şer de werin hesibandin."
Medvedev ragihand ku bi vê ferasetê karbidestên dewlet û leşkerî yên Brîtanyayê jî dikarin bibin 'armancên rewa' yên Rusyayê û got,
"Îro, Brîtanya wekî hevalbendê Ukraynayê amûr, pispor û alîkariyên leşkerî yên bi vî rengî pêşkêş dike û bi rastî jî dike. Şerekî veşarî ku nehatiye ragihandin, li dijî Rusyayê bi rê ve dibe. Di vê rewşê de hemû karbidestên dewletê, çi leşkerî û çi sivîl; hêsankirina şer dikarin wekî armanca leşkerî ya rewa bên dîtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin