Bi traktora xwe ve ket gola avdaniyê û fetisî

Bi traktora xwe ve ket gola avdaniyê û fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Erxeniyê li gundê Kesentaşê Mustafa Ç. bi kurê xwe re di wexta şevê de dixebitî. Mustafa Ç. dema traktora xwe xebitand û di rê de çû, gelek neçûbû ku kurê wî nema rohniya traktorê dît û li bavê xwe geriya. Dema dît traktor di golê de ye û lemba traktorê vêketiye, xeberê da AFADê.

AFAD, tîmên cendirmeyan û tenduristiyê gihane ciyê bûyerê. Tîmên noqavê yên AFADê karibûn ber destê sibê xwe bigihînin cesedê Mustafa Ç. û cesed birin morga nexweşxana dewletê ji bo otopsiyê. Traktorê jî bi vîncê ji gola avê derxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin