PeyamaKurd- Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re got, "Berteka Îsraîlê, ji xweparastinê derbas bû û veguherî sizayên komî."
Ebdulfetah Sîsî, îro di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re ku li Paytext Qahîreyê hat kirin de rewşa êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê nirxand û got ku
"Derengmayîna çareserkirina pirsgirêka Filistînê dibe sedem ku gazindên zêdetir bên kirin."
Sîsî diyar kir ku nebûna asoyê ji bo çareseriya pirsgirêka Filistînê bû sedema zêdebûna hêrsê li herêmê û destnîşan kir ku divê gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Zîvalaya Xezayê bê hêsankirin.
Sîsî da zanîn ku ew hêvî dikin ku rewşa Xezayê were kontrolkirin û aliyên din mudaxeleyî şer nekin û wiha dewam kir û got, “Êrîşên Îsraîlê, ji xweparastinê derbas bû û veguherî sizayên komî."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin